Şikir ji zimanê me yê qedîm re ku deriyê helbestê li me vekiriye û ev serê hezar saliye ku çi çax ji her derd û kulên dinyayê kovaniyeke kambax li me serî dide û em rûdinen li ser halê dilê xwe de kûr û dûr diponijin, bi hewariya me tê. Carna dibe desteki dest û tiliya xwe dide ser devê birîna me ya heri kûr. Carna dibe pîreya hêviyê ya li vir û heya xewn û xeyalên me yên heri dûr. Carna li kuçikên hestên kesirî û çilmisî dibe agirê sor. Carna ji bo çavên di xewa xilmas de dibe asoyê herî jor. Carna ji bo birçîyên azadiyê dibe kade û kilor... Carên pêwistîyên me û her wisa jî hatinên helbestên me naqedin. Ji ber ku ew strana jiyanê ye û li her derê ye ji bo ku li hember wê nebe bêhirmetî em ê bi kûr û dûr pê de neçin (Jixwe tu pêdeçûn têra eşkerekirina raza wê nake) û nebêjin bê ka çima wisa ye. Em ê tenê bêjin; wisa ye ji ber ku jiyan wisa dixwaze. Ên ku qîma xwe bi van gotinên me neynin hebin heke de fermo bila kerem bikin pirtûka helbestan ya bi navê "Dîwana Şermê" bixwînin û paşê bêjin, heke gotineke wan ya li dijî gotinên me hebe. Bi destûra we em vê jî bêjin , gotieneke we hebe heke ( ese divê hebe lewra meriv bêgotin nabe) bi kerema xwe, wê gotinê bi ser navê rexneyê ji me re bêjin ,ne jî helbestê re. Lewra divê tim di bîra me de be ku wexta helbest hatiye gotin hilatiye. Ango ji ber rabûye şipê û wê rojê li wir gotinê li qanoşka hurmetê ,ji bo helbestê daye ser rêya kar û xizmetê. A ew roj ev roje ku çi çax ev her du hêjayên me xwe tev girê didin û derdikevin rê ,gotin dibe hespekî kihêl û helbest jî siwarê wê ye.
De kerem bikin, werin em bi hevre qasekê lê temaşe bikin bê ka ew siwarê çapik û çeleng li wê meydana ku Erd Argon bi pênûsa xwe ya pêciriyayî jê re xêz kiriye hesp û xwe bi kijan tehr û toreyî dajo; pêgiranî ,loqloqo ,orxe beza yan çargavî?
Helbesta Erd Argon wexta ku hespê xwe li wê meydana fireh ya ku seriyekî wê li kuçe ya "hestên şermê" dest pê dike û seriyê din heya zeviya "simbila ewil" diçe bi bayê "azweriyên navtêdayî " dibezîne me li rexa rê nahêle û naçe. Me jî davêje terkiya xwe û bi xwe re digerîne. Destekî davêje liyana hespê û bi destê din dinyayê bi rengê zimanê me dixemilîne. Li vê dinyaya xemilî tu tişt tenê û tevda bi xwe nine. Ji hestan û heya hêviyê, jî stêrkan û heya sêdaran, ji xeman û heya xeyalan, ji dar û beran û heya cih û waran her tişt beyî ku hayê me pê çêbibe, mîna ku li ser keskesorê re bazdabin, dibe tişteki dîn paşê ew her tişt tev bi destê hevdu digirin û dibin risteyên helbestê. Li wir hema wisa li ber çavên me tiştên nebûyî diqewimin "sêdar bask li xwe dixin" bilind-bilind difirin û heya teweka asimana ya heftemîn diçin. "Biyanî ji sêr ve bi şaşwazî li wan dinêrin". Ew biyanîyên ku ne demeke dûr, hema hêca dixwestin li jor ve li wan binêrin . Lê niha li ber çavên sêdaran mina moristanan dixuyin . Belê belê , çavên sêdaran hene û li dara dinê tişta ku ew nebînin tune. Gelo we qet çavên sêdaran dîtine? Tam di wê heynê de "çiya dibişirin" ku kenê wan meydanê bi serdanpê ronî dike û gelek kes xwe li wê ronahiyê digirin.
"Weliyên êşê" hene li wan deran. Ew ne ji wan weliyan in ku hinek pêdizanin. Na, ya wan weliyan kes pênizane. Li wir êş qîma xwe bi goştê canê mirovan nayne bi "hestiyan mirpvan digire û wan dihêre ". Weliyên êşê ji rûdinên bi sebrekî bêdawî wan hûrhestiyan hemiyan didin hev, bi yeko-yeko diceribînin û ji berê xurtir dikin. Na ,ew ne êşê dikujin û hetahetê tune dikin û ne jî hestiyan ditevizînin da ku êdî neêşin. Tenê hînê wan dikin ku careke din ka wê çawa nebin çerezê devê êşê.
We qet ditiye yan ji bihistiye gelo bê ka jî merivan çawa "hêvî " çêdibe .Belê merivên ku gav davêjin meydana helbesta Erd Argon, ên ku helbest silavê li wan dike, pêşî dibin "zarokên hêviyê" paşê jî , "dixwazin bibin hêvî" bi xwe. Li me ve ne eyane. Em nizanin. Belkî jî "zarokatî" têra wan nake yan jî armancên wan ên esasî û mezin hene ku ji "têrkirinê" derbas dikin, lewma hemi bi hev re dixwazin bibin hêvi. Vê yekê wisa ji dil û pêdegirî dixwazin, li me jî bandar dikin û em didin dû wan û dibin rêwiyên rêya hêviyê. Û bi helbestê re dimeşin. Na, na em nameşin, ji ber ku helbest bidengekî çiyayî strana dilê me jî me re distrê em xwe bi dengê wê digîrîn û hema bi adetî nasa mîna vezekê pê re dibezin. Di vê rêwitiye de dengekî li ber guhê me dikeve. Ew dengê etarekî ye. Derketiye gera gundan û tişt û miştan difiroşe. Lê ne bi pere û polan. Serbiser dide tişt û miştên xwe bi peyv, rêzik , helbest û çirokan wiha ye bazara wî;
"beniştek bi çend peyvan
şekirok bi rêzikekê
to qeyek bi du rêzikan
deh xar bi sê rêzikan
Patpatokek bi tu tiştî nedifirot
nepox bi çarinekê
sabûn, pêjgir, firaxşo
û hemû amûrên malê bi çirokan didan”
Em bi helbestê re dibezin û diçin. Lê aqilê me li wir dimîne bê ka gelo çima patpatokê bi tu tiştî nafiroşe? "Hûn ji me bipirsin heke, em ê bêjin; " vê yekê tenê etar dizane. Lê bi ya me heke, hûn herin ji etar bipirsin (ji ber ku we jê pirsiye) ew jî nizane bê ka çima bi tiştekî nafiroşe. Jixwe heke bizanibiya , belkî ew jî bi biwêjekê bida.
Tam li wir dewlemendiya me tê bîra me û em jî bo demekê li helbestê venagerin û lê difikirin paşê jî dipirsin û dipirsin: "ma, gelo li vê dinê bi têra xwe defter û qelem hene ku bikaribin gencîneya me ya peyv, rêzik, helbest, qewlik, mamik, biwêj û çîrokan tomar bikin? Lê , lêxwediderketin yan jî xweditîlâkirin..? Tenê gotinek tê ber devê me, yeke bi qasî çiyayê Gilîdaxê : "Na", û em nikarin wê bidin der. Li nava dilê me dimîne û dibe kuleke giran. Başe ku helbestê tiştekî din jî anibû bîra me: "hêvî". Em bi wê dilê xwe xweş û aş dikin û careke din dibêjin: "Her bijî hêvî". Ên zanin dizanin, li welatê me deriyê malan bi serê her sibê li şûna Bismîllahê bi hêviyê vedibin. Em bi çavên serê xwe dibînin ew ên ku bi risteya helbesta Erd Argon bûne hêvî tev bi yeko yeko di wan deriyan re derdikevin didin dû hev dimeşin, bêyi ku hayê helbestvan pêbixin bi awayekî vedizî dinizilin nava ristiyên helbesta wî. Ki çi zane belkî jî helbestvan bi xijexija pênûsa xwe ya li ser kaxizê gazî wan dike û wisa tên û dibin mêvanê helbesta wî. Ê ne em zimanê hevdu dizanin:
Ji ber ku em zêde li hin xalan dibilên û giraniyê lê dikin, belkî ji ne ji ber me ji ber xemxuriya helbestvan e, helbest bi nişkê ve dengê xwe radike û ji me dipirse:
"(...)
tew lê
ka mehsere
ka rez
ka pez
ka tu
ka sunet û ferz? "
Paşê, mina ku tiştekî din hatibe bîra wî disa bi nişkê ve rengê dengê xwe diguhêrîne pêla wî jî hinekî dadixe û di nerma xwe de dibêje:
"de hadê civata me ji nû ve lî dar bixe
bila civat bi çiroka cotyaran
Li ser hemdê xwe here
bi hesin û risas
bi gîsin û misas
bi melêb û das
em ê bi esl bin û wergerin şer eslê xwe
vê carê em ê wek xwe
û wek hev bin
yek parî
ne piçik û parî
(...) "
Ma ne wisa ye, ji ber ku em weke hev nabin em nikarin weke xwe jî bibin. Ê de eyan e yên ku weke xwe nebin bi neçarî weke "xelkê" dibin û yên ku weke "xelkê" dibin, ji xwe biyanî dibin û bi çem-çem diçin. Ev helbest vê yekê ne bi şîretê lê , bixîretê tîne bîra me, û em ji bo ku bi çem-çem neçin, palê xwe didin dara hebûna xwe ,rûdinên kumê xwe datinin pêşiya xwe û pirsan lê dikin...
"Dîyalog". Ev li wê meydanê navê helbestekî ye. Em di wê helbestê de mirovekî dibînin. Tik û tenê bi serê xwe ye. Ne kesekî wî û ne jî tiştekî wî heye. Tu dibejî qey ji hêla bêkesî û bêdebariyê xwe avêtiye ber bextê wê helbestê û di nava risteyên wê de disitire. Şewqeyê wî ji risteyan, çaketê wî jî risteyan, kirasê wî jî risteyan, pariyê devê wî jî risteyan, heta dest û pê û dev û çavên wî jî risteyan pêk tên. Haya wî ji me nine. Ya rast heke ji helbestê nebûya, hayê me jî ji wî çênedibû. Bêguman me ew nedîta jî i wê disa hebûya, lê kê çi zane wê li ku bûya . Ew merivê berê ye. Hemeteya xwe bi me nayne ji ber vê , ji me re nabêje . Lê ji fesal û bayê risteyên wî diyar e ku li yekê digere da ku pê re diyalog dayne. Lê mixabin, nabîne. (Bêguman, derdên wî yên başqe-başqe jî hene. Lê ji ber ku niha di destê me de li gor wan derman nine, em ê wan bi tevra nekin) û bi neçarî li xwe vedigere û bi sîya xwe re dide û distîne. Siya wî xwe davêje nava dest û piyên wî û ew jî , " li ber siya xwe digere". Siya xwe , ji bo xwe carna mina "pêşeroj " û carna jî mina "paşêroj" bi nav dike û pê re diyalogê datîne...
Helbest, ji bo ku bikaribe beza hespê xwe bipîve li nîvê meydanê bi pitik û ritma xwe cûrbecûr hespan diafirîne. "Hespê bayê " "Hespê avê" "hespê agir". Tenê hespê axê tune û balkêş e , tev jî li ser axê dibezin. Li ser daxwaza helbestê hemû hesp bi hev re dikevin beribeziya "Belgiyê Bûkê ". Ji bo ku hûn bizanibin ka kîjan hespi Belgiyê Bûkê derxistî ango xelat wergirtîye. divê hûn pirtûka "Dîwana Şermê" bixwînin.
Li wê meydanê li cihê herî bilind û diyar jin hene. Jinê xweşik. Ew jinên xweşik her çiqasî ne bi destê xwe bin jî bi destvala jî nin in. Di destê wan de soza wan heye. Ew soz di heman demê de navê wan e. Navê tevan " Sozda" ye û wan ew nav bi keda xwe bi dest xistine û her li pey navê xwe ne. Nema dev jê berdidin. Razeke wan heye. Ew tu car "pîr nabin", ji ber ku dizanin, " şiyana şerûdiyê ye soz" û li gor soza xwe dijîn.
Ev helbest helbesteke wisa ji xwe erih e , ji mirinê re şerhê datine û dibêje; "Lê dilê min li fikra ku ewê çavên min bibin xwelî rûnanê"
Ma îja kîjan gotin dikare serê xwe ji golikê xwe derxe û li rex, yan jî pêşberî vê risteyê raweste. Gotinek, heke wê wêrekiyê di xwe de bibîne derê meydanê û bêje: " Erê ", divê ji wê gavê şûn ve li rex helbestê cih bigire û li hember mirinê mil bi mil şer bike. Lê , "Na " bejê heke, wê wextê jî nemane. Gelo hûn ji vê yekê re çi dibêjin? Gelo em ê bikaribin ya helbestê bikin û dev ji xema mirinê berdin û bi vê jî nemînin tew gumanan jî ji hebûna wê bikin? Li gor ku helbest dibêje (Jî wê bi xwe diyare ku gotinên wê ji cihekî rijî nayên. Loma divê meriv bawerî pê bine) ev yek qet ne dûrî aqilane. De ku em ji carê biceribînin. Li gor gotina gotiyan jiyana ku ji mirinê gumana bike watedartir e.
Haya me jê heye, va ye pirseke hevpar di kefa destê we de ye û hûn tev benda fersendê ne ku wê raberî me bikin; "ma qet kêmî û kurtiyên vê helbestê nîn in gelo?"
Belê, çawa nîn in. Ma kê dîtiye û kê bînaye ku karek beyî kêmî û kurtî ciriyaye. Na tiştekî wisa nepêkan e. Mina hemî kar û barên dinyayê hin kêmî û kurtiyên helbesta Erd Argon ji hene û em ê wan jî bêjin. Gotinên me yên di vê derbasê de şaş bin heke, jixwe wê bi awayekî li me vegerin. Na , heke rast bin ango li gor rastîya helbestê bin û li bejn û bala wê bên wê bi helbestê re biherikin û herin
Li gor me kêmî û kurtiyên helbesta li ber destê me ev in :
Yek: di nava helbesta pirtûka, "Dîwana Şermê" de hin helbest xwedî çîrok in ji ber sînorê wan yê dîyar çirokan rê li helbestan bîrine û nehiştine ew li gor dilê xwe hespê xwe bibezînin...
Dido; li hin cihan pêwistî pê hebû ku nivîskar helanan bide helbestê û wan li hevdu sor bike da ku risteya paşîn bikaribe bi risteyên pêşin re bikeve pêşbaziyê.
Sê: Zêde nebe jî bi cih-cih gotinên darazî nizîlîne nava risteyên helbestê û derî li ber wateyên vebirî vekirine ku ew wate serî li helbestê av didin û bi alîyekî din ve didin.
Çar; nivîskar li hin cihan pir ji nez ve li jiyanê mêzekirîye. Wexta ku hûn pir jî nêz ve li tiştan mêze bikin yan hûn ê pir kêm tiştan bibînin yan ji tenê aliyekî wan, aliyêkî ku hûn lê mêze dikin bibînin ku ev ne ew tişte ku kêfa helbestê pê ra bê . Lewra, ew helbestê lewaz dike.
Pênç; helbestvan di xurcika helbesta xwe de cih daye gelek tiştên cihêreng vê yekê helbest dewlemendtir kiriye. Lê mixabin me di wê xurcikê de ( bi qasî ku pêwistî pê hebû ) qewlik, biwêj, metelok, gotinên pêşiyan, nimûneyên kilaman nedîtin ku ew eşqera zimanê me ne...
Şeş; zimanê (lêkirin ango govenda peyvan ) helbestê baş e. Lê helbestvan hin cihan ji bo xatirê "rêziman" helbesta xwe bi destê qaliban ve berdaye û li hin cihan jî li ser tayê devoka herêmî maye ( Ji herêmê qesta me heps e. Her çiqasî ev der ne cihê wê be jî bi me divê em bêjin, êdî devokeke hepsê ya li jor xwe heye û xerab jî nine...
Heft: tevî hemû van kêmî û kurtiyên me gotî rêya helbesta Erd Argon rast û berê wê li jor e û ev cihê kêfxweşiyê ye.
Gotina dawiyê; belê me bi qasî ku şert û mercên heyî rê didin, hin tişt gotin. Bêguman hêjî gelek gotin hene ku meriv di derbarê helbesta Erd Argon da bejê. Lê em ê zêde dirêj nekin û gotinê ji pirtûka "Dîwana Şermê" re bihêlin. Ew ê ji me çêtir bêje. Ma nexwe Erd Argon jî wisa kiriye. Wî bi xwe tiştek negotiye. Bi tenê kevir û kelemên li ser devê rêya helbestê dane alî , ew li hespê gotinê siwar kiriye û rasterê kiriye. Ji wê û wê de çi qewimî be çi qewîmî be helbestê kiriye û baş jî kiriye. Mala helbestvan ava ku rêya vê helbesta xweşik vekir û wê jî bi hatina xwe gencineya helbesta me dewlemendtir kir...
İnsanlık tarihi, insanlığın yürüdüğü yolun anlatısıyken bu anlatıyı tek şerit yolda şekillendiren, insanlık muhayyilesini tutsak eden düşünceler sistematiği ve kapitalist modernite bu dergide deşifre olacak.