Em di serdemeke ku aloziya têgehan tê jiyîn de derbas dibin. Modernîte qeyrana ku jiyan dike, ji bo ku di aliyê hişî de mirovahiyê dîl bigire, wateya têgeha şêlû dike, li gor xwe nû ve binav dike û ji cewherê wan derdixe, bi kurtî bêwate dike. Loma dema ku modernîteya demokratîk xwe saz dike, ji bo ku civak di aliyê hişî de di bin bombardimana îdeolojîk a moderniteyê rizgar bike, pêwîstiya rast bikaranîna têgehan jî dibîne.
Yek ji van têgehan polîtîka ye. Ji ber ku him têgeha rêveberiyê him jî desthilatdariyê bibîrdixe di fêmkirinê de diyardeyeke civakî ya bizihmet temsil dike. Koka têgehê ji Grekî tê û di wateya rêvebirina sîteyê de tê bikaranîn. Yanê rêvebirina bajaran. Kurdan jî ji siyasetê re “ konevanî “ gotine. Arîsto jî mirov re “ zoon polîtîkon “ gotiye û dibêje “ ji ber xwezaya xwe mirov sewalekî polîtîke û ji ber vê mirov heta ku pêwîstiya ji hevdu re alîkariyê nabînin , dîsa jî bi hevdu re hevpar jiyankirinê daxwaz dikin. Lewre ji bo wan jiyaneke baş “ berjewandiya hevpar” jî be , tenê li ser navê jiyankirinê be jî tên ber hev û hevpariya polîtîk dikin”. Arîsto di vir de balê dikişîne li ser bi hev re jiyankirina civakê û hevpariya polîtîk. Marks vê bes nabîne û cudabûna mirov bi diyardeya kedê ve watedar dike. Lê di marks de polîtîka di çînayetiyê de asê girtin dimîne. Marks ji bo polîtîkayê wiha dibêje “ Mirov ji sewalan , ji aliyê hiş( bilinç), ol an jî di hêla tişteke din dikare veqete. Lê bi girêdana şertên rêxistinên fîzîksel wê dema ku dest bi hilbirînên amûrên xwe yên jiyanî kir, êdî xwe ji sewalan cuda dikin. Mirov bi çêkirina amûrên xwe yê jiyanî ve mercên madî yên xwe yê rastî çêdikin.”
Wê wextê bi pênasekirineke gelemperî em dikarin bêjin polîtîka hemû fealiyetên jiyanî ne. “ polîtîka bi rojane pirskirekên ku derdikeve pêşiya civakê, di derheqê mijarê de hildana tevahiya biryaran e.” Ji nêz ve exlaq ve pêwendîdar e. Cudatiya wan; exlaq bi demê re rê û resmên civakî yên weke norm hatine cemidandin in, lê polîtîka rojane pêwîstiyên nû re çareseriyê digere , loma vezelokî û herikbar e. Ereban polîtîka ji siyasetê weke têgeha seyiskirina hespan ango ji seyîstiyê, terbiye kirinê piraştine. Li gor vê divê civak jî bê terbiyekirin, ji hêla seyis ango dewlet û xwedî desthilatdaran ve. Ji xwe alozî ji di vir de derdikeve. Serdema civaka xweşhaliyê ya ku devdorê jina xwedawend kom dibe polîtîkayê kolektîf , bi dilî tevlîbûna biryaran û bi rengekî demokrat bipêş dixe. Lê bi demê re pirsgirekên vê serdemê jî piralî dibin û ji van pirsgirekan çareserî dîtin zor dibe. Heman awayî lêgerînên mêrê serdest nayên xwendin. Valatiya ku derdikeve mêr baş bikartîne û nêrîna zilamsalar ve polîtîkayê bifonksiyon dike. Heya wê demê biryarên ku derheqê civakê de dihatine girtin civak bi hemû beş û rengê xwe ve tevlî dibin. Di vê serdemê de polîtîka tam di nava civakê de bû û ji bo afirandina wê pêwîstiyek ji seray , koşk û qonaxan nedidîtin. Wisa rewşeke jiyanî derketa civak bi xwezayî kom dibûn, binê darekê ber merqedekî (ziyaretgeh) rûdiniştin û diçûne biryaran. Tevlêbûn kolektîf bû û ji ber ku herkes amade bû jî demokrasî rasterast bû. Her wiha ji ber ku biryarên bihatana girtin rasterast li ser civakê bandor dikirin, beriya ku biryarek bikeve meriyetê pêwist bû her endamê civakê bi dilî bûya dîsa her endamek neçar bû bihata qaneh kirin. Nexwe yek xelek jî qut bûya li ser jiyana hemû civakê bandor dikir. Loma herkes di biryaran de xwedî mafê gotinê bû. Em dikarin di mercên wî çaxê de bêjin ev polîtîkaya demokratîk e.Lê piştî ku kete destê dewletê ango kîngê şebekeya qral, rahîp û leşker li ser jina xwedawend serweriya xwe çekir şunda polîtîka jî xistine xizmeta xwe. Heta niha jî em dikarin bêjin nirxekî herî pîroz ê civakî bi hîle hatiye xespkirin.Heya wê demê ji bo civakê tişta herî jiyanî kete bindestê deshilatiya mêrê serdest. Êdî ji wir şûnde pênasekirin û nêrîna li polîtîkayê jî guherî.Ji ber ku deshilatdarî polîtîkayê weku rêvebirina karê dewletê pênase dike; yên ku vê karî bikin jî encax mirovên dewletê ne, yanê wisa dibîne. Dewlet bi esasî “aygiteke zorê” ye, loma bi heman hêzê û karakterê xwe ve saziyên polîtîk ên civakê jî dixe bindestê xwe. Dixwaze civakê biçewisîne, bi zextê dest bide li ser hilberîna civakê, bi zagonan ve ciza bike û teşeyeke li gor ku jê re biat bike dide civakê. Polîtîkayê weku ferman û pêkanîna fermanan digire dest. Loma qral fermanê derdixe, rahîb fitaya olî dide û leşker(artêş) jî bi darê zorê bicih tîne ango pratîze dike. Ji ber ku bi hişê civakê hatiye lîstin êdî civak jî polîtîkayê weku karekî qirêj a vê şebekê dibîne û polîtîka û vê şebekê wekhev dike.
Berovajiyê vê hinbûnê em dikarin bêjin ku cihê dewlet û desthilatdarî xilas dibe polîtîka destpêdike.Desthilatdarî û dewlet xilas bûna gotina polîtîk e. Heman awayî cihê bidawî bûna azadiyê ye. Di dewletê de ji bo vênerîn û tepisandina li ser civakê daîm bike îdarekirin heye. Gotina xwe bi zorê dide guhdarkirin, çanda bîatê pêş dixe. Ji bo van zagon û rêziknameya derdixe. Loma deshilatdarî û dewlet bi hişekî cemidî kar dike.Lê polîtîka qada azadiyê ye, hûnera rêvebirina civakê ye. Ji bo polîtîka bê kirin pêwistî bi hişekî nerm û azad heye. Hişê ku hatiye kolekirin nikare biafirîne. Ji ber ku polîtîka, tişta herî baş kijane lêgerîn û dîtina wê ye. Gengaz nîne ku hîşê kole ku ne azad e ji bo civakê “tişta baş” bibîne yan jî biafirîne. Ew hişê kole encax têrkirina zikê xwe difikire û rojane ye, rojane jiyan dike. Ew jî xwe tenê di mirov de na, di hemû zindiyan de. Tişta ku mirov ji zindiyên din cuda dike me serî de destnîşan kiribû. Ango ji xeynî pêwistiyên jiyanê yên zarûrî mirov bi afirandina polîtîka û çandê ji zindiyên din cuda dibe. Loma Arîstoteles ji bo vê cudahiyê têgeha “zoon polîtîkon” bikar tîne.Ya din, dema ku tu ji bo civakê “tişta herî baş” bigerî wê demê divê tu terciha “baş” û “xirab” jî bikarî ji hev derxî ango rast û şaşiyê îdraq bikî. Ev mirov dibe pîvanên exlaqî yanê divê tu dema tiştekî ji bo civakê digerî divê xirab nebe baş be, qirêj nebe bedew be. Belku ev pîvanên estetîk jî û şaş nebe rast be jî yanê tenê lêgerîn û dîtina tiştan têrê nake divê pîvan û rêgez jî hebe. Ev di mirov de pîvanên estetîk û nêrîneke exlaqî dide avakirin.
Tê zanîn dîrok li ser du xeta meşa xwe birêxistiye û tê. Her wiha bi riya van her du xeta bandora xwe li ser civakê kiriye. Şaristanî mîrateya ku ji civaka xweşhaliyê wergirtiye bi rêya zorê û şewêşandinê ve ji cewherê wê derdixe û dixe xizmeta xwe. Rahîbên sereke û jerontokratê ewil bi dek û dolaban û kêm û firsendiyê ve valahiyên ku derdikevin baş dinirxînin. Piştî ku polîtîka dikeve zîgurat ,qesr û serayan şunde zîhniyeta ku tê avakirin jî bi komeke elît û jor de li ser navê xwedê polîtîka tê kirin. Di serdema olê yek xwedayî de jî ev hişmendî weke betonê di hişê civakê de teşe digire. Roja îro jî vê ferasetê re em siyaseta muhafazakar dibêjin. Siyaseta muhafazakar her tiştî qadirê mutlaq dibîne. Xwe dispêre ol û xweda û her tiştî bi çarenûsê ve rave dike. “Tişta hatî serê me emê jê razîbin û bikişînin” çanda îtaatkariyê pêş dixe , di rojhilat de taybet ev pir pêş de ye. Bi kok û hişk e. Li rojava jî heye elbet lê weke rojhilat bi kok û hişk nîn e, li hevkirinê re her tim riyekî dihêle. Li hemberî vê xetê bêguman serîrakirin û nerazîbûna xeta azadiyê temsîl dikin jî pêş dikeve. Temsîl mîsal ; serdema xelîfe Osman ji ber ku hukmê hz. Mihemed a ji bo kokekirinê ji holê rakiriye, kolekirin pêşdikeve . Li nêzî kendava Besrayê zencê ku Hebeşîstan û Efrîkî tînin li vir di lîqan de didin xebitandin. Li hemberî zext û zordariyê di serdema Emewî û Ebasiyan de rêxistina xwe dikin û serî radikin. Di van serhildanên zencan de taybet hatina wan a ber hev di “ malê komînê” de yanê “ hîcran” de , polîtîkayeke komînal pêşdikeve. Bi navê “ El- Mixtare “ ( bajarê azadiyê) didin avakirin. Di vir de rêveberiyê xwe avadikin û di derheqê xwe de bi xwe biryara digirin û dixin meriyetê. Yanê bêyî ku polîtîkayê bixin qesr û seray vê dikin. Ûtopya xwe ya azadiyê qet nebe bi vî awayî dixwazin pêk bînin. Bi heman rengî li rojava jî mînak li Spanyayê gelê bask jî di sedsala 13’ emîn de meclîsên bi navê Juntas Generales avadikin û welatê wan ê ku di bin dagirkeriya Spanya û Fransayê de ye dixwazin bi rêya van meclîsan ve hişê neteweyî zîndî bigirin û nehelin. Her wiha komînên Parîsê, kolxoz û solxozê piştî şoreşa Cotmehê hatine avakirin jî heman ristê dilîzin. Baş tê xuyan ku xeta demokratîk jî polîtîka xwe saz kiriye ji lewre civak bê polîtîka nikare xwe li ser piyan bigire.
Bi pêşketina ronesans û ronakbiriyê ve di aliyê hişî de azadiyeke nispî pêşdikeve. Ev dibe sedema ku desthilatdariya feodalî û fikra skolastizmê jî bê lêpirsînkirin. Li hemberî împaratoriyên mezin û fikra dêrê, çîna navîn dixwaze derketinekî bike. Ji bo fikra feodal û skolastîk a hişk nerm bikin ketin hewldanê. Ji bo ev pêk were dibêjin encax em rista dewletê li ser civakê ku di bingeh de li ser sermayeya xwe nerm bikin heta ku bişkênin ve emê bigihêjin armancê. Desthilatdarî bi kokê ve red nedikirin, dewlet û desthilatdarî ji bo sermayeya xwe wekî cendirmeyekî ku wan biparêze didîtin û rola cendirme û gardiyan didan dewletê. Ev çîna xwe dispêre fikra lîberal û ev polîtîka jî wekî polîtîkaya lîberal tê pênasekirin. Lîberte tê wateya azadiyê û qaşo çîna navîn ji bo her ferdî û teşebusê ferdî azadiyê dixwazin. Rastî ne wisa ye, li ser navê azadiyê ferd derdixe pêşiya civakê û civakê ji bo azadiya ferd weke astengekî dibîne. Bi rêya ferd bi esasî heta dawiyê desthilatdariyeke despotîk bikartîne. Mesela di vê serdemî de (weku sedsala panzdemîn û şanzdemîn) N. Machievellî li Îtalya derdikeve û pirtûkeke bi navê “Mîr” dinivîse. Di vê pirtûkê de behsa ka ji bo “Mîrîtî” qehîm bê girtin, divê mîrek çawa tevbigere dirêj dirêj vedike. Helbet ji mekanên ku jê derketiye ve girêdayî(ji ber ku Îtalya de hevgirtineke siyasal nîn bû, bi rêya mîrekî bi hukm dixwest Îtalya bikira yek) vê nêrînê pêş dixe. Dîsa li Rojhilat de mînak sedsala 12’emin de Nîzamûl-mûlk( ku wezîrê Selçûkî-Faris e) dertê. Ew jî li ser siyasetê dinivîse. Berhemeke bi navê “siyasetname” derdixe. Ev jî cara yekem em bêjin wisa birêkûpêk qala siyasetê, wesfê siltanekî û peywirên wî û rêvebirina dewletê, exlaq û hwd dike. Lê ev bi tevahî polîtîkayê yan di şexsê xelîfe-siltan de yan jî di şexsê mîr/qral de dibînin qralek an mîrek ji bo liser textê bimîne divê çibike(?) hinekî aqil dide wan. Helbet ev zemînê fikra dewletê netew(millî) jî didin avakirin. Hin zanîst û ronakbîrên ku li pey wan tên hinekî li ser rêça wan fikran polîtîkaya lîberal pêş dixin. Lê dîsa jî ev derdor polîtîkayê li gorî desthilatdariyê digirin dest. Ji van yek Thomas Hobbes e. Hobbes dibêje; rêvebirin divê mitleq be. Eger demokratîk be di demokrasiyê de her seriyekî de dengek derdikeve; ev nahêle ku nîzama di nava civakê pêk were. Civak ku xwezayî bê berdan wê wextê mirov weku guran dibe û hevdû dixwin. Ji ber ku bê şik serî ji qraliyeta Ingilîz re ditewîne diyare ku civakê ji qraliyetê re talûke dibîne. Di vê serdemê de dîsa zanayekî Ingilîz John Locke heye. Ew jî di wexta şoreşa Ingilîz pêk tê jiyan dike. Dibe ku ber hewaya şoreşê jî ketibe loma li hemberî qralê mitleq propagandayê dike. Dibêje; erê qraliyet hebe lê divê ev sembolîk be. Yanê li kêleka qral divê meclîs jî hebe. Locke jî dibêje bila qral hikûm bike, yanê gel di Locke de jî hikûm nake. Zanayekî ku em dawî behsa wî bikin ronakbîrê Fransî J.J. Rousseau ye.Rousseau qraliyetê naxwaze, ew peymana civakê dixwaze. Dibêje divê desthilatdarî li ser esasê daxwaziya gel bê çêkirin. Dema ku “Peymana Civakî” xirabibe, ev sedema şoreşê. Rousseau û Voltaire bi vî awayê zemîna şoreşa Frensî çêdikin. Ev bêguman hafizayeke polîtîk ji bo bindestan jî dide çêkirin. Her çendî hewildanên takekes ên polîtik ji bo siyaseta demokratîk pêşketibe jî ev an kêm dimîne yan jî bi destê dewletan tên çewisandin. Li ser navê karker û bindestan Marks di sedsala 19’emin de di vî warî de pencereyekî vedike û girîng e. Marks xwe sparte proleterya û çîna bindest, polîtîka jî ji bo deshilatiya vê çînê pêşxist an jî xiste xizmeta vê çînê. Lê polîtîkaya ku li ser çînayetiyê û bi amûrê dewletê hatiye avakirin tenê rengê desthilatdariyê dide guherîn. Deshilatdarî û polîtîkaya wê heman awayî di şûna xwe de ma! Çi polîtîkaya muhafazakar çi polîtîkaya lîberal heta astekî polîtîkaya proleterya ji pirsgirêkên civakî re nabin derman.( Sosyalîzma pêkhatî di tehlîla dawî siyaseta desthilatdariyê kir û siyaseta demokratîk an çewisand an jî stewr hişt.
Loma siyaseta demokratîk xwe ji desthilatdariyê dişo û dij desthilatdariyê ye. Bi rêya siyaseta demokratîk civak tê ronîkirin civak bi vî awayê serwext û hişyar dimîne. Di nava xwe de pir rengiyê dihewîne. Mafê gotinê wekhev dide, dihêle temsîliyeta her kom, komik, kêm-netew û hwd çêbe. Temsîliyet jî li gor asta tevlêbûyinê ye û tu beşê civakê di derve nahêle. Xweseriya herêm kêm-netew, ol-rêçol û azadiya jinê esas digire. Çawa ku siyaseta desthilatdariyê weke gewde dewletê esas digire ew çend berovajiyê wê siyaseta demokratîk, dewletê ji xwe dûr dixe û gewdeya xwe weku pergal dispêre Xweseriya Demokratîk. Ango Xweseriya Demokratîk ji xwe re gewde/beden dibîne. Sazî û dezgeyên xwe hemû seravayiyên xwe di vê gewdê de îfade dike. Di siyaseta demokratîk de xweseriya demokratîk çawa ku gewde be, Netewa Demokratîk jî dibe giyan/rihê wê. Ev jî bi hemû şaxên xwe ve binesaziya wê temsîl dike. Yanê rawiştê dihundirîne, civakîbûnê esas digire û siwana civakî jiyana polîtîk diparêze, pêş dixe.
Civakê di her serdema dîrokê de li gor şert û mercan tercîheke polîtîk kiriye. Caran ev mîna bi zorê li ser civakê bi destê dewlet û desthilatdariyê pêk hatiye. Caran jî civakê bi sekn û helwesta demokratîk ve li hemberî politikayên desthilatdariyê sekiniye. Di sedsala 21’emin de qeyrana modernîteya kapîtalîst gihiştiye lûtkeyê û êdî ver bi jêr ve tê xwarê. Di vê serdemê de pêşengiyeke ku hemû beşên civakî xwe tê de bibîne û temsîl bike digere. Ji tevger û politikayên ekolojîk, femînist her wiha komên bawermend dixwazin xwe di nava pergaleke ku hevpariyeke asgarî ya civakê îfade dike bibînin. Politikayên heyî yekser ên desthilatdariyê ne. Ne siyaseta muhafazakar ne ya liberal heta ne jî ya sosyalizm a sekter ji civakê re nabin bersiv. Bi derketineke nû mîna siyaseta demokratîk a radikal ve encax daxwazên bindestan re dibe bersiv. Ev yek jî wekû Xeta Sêyemîn di pergala netewa demokratîk de bi çêkirina Siyaseta Demokratîk ve gengaz e.
İnsanlık tarihi, insanlığın yürüdüğü yolun anlatısıyken bu anlatıyı tek şerit yolda şekillendiren, insanlık muhayyilesini tutsak eden düşünceler sistematiği ve kapitalist modernite bu dergide deşifre olacak.